🎬 kolektiva.media kolektiva.media
Derdora xwe paqij bike! Welatê xwe xweşik bike!
Rojava welatekî pir bi bereket e, ji aliyê avê ve dewlemend e û nêzî çiyayan e. Bi sedsalan mirov ji çandina dexl û nebatan û xwedîkirina sewalan dijiyan. Lê her tim dagirker hebûn ku vê dewlemendiyê ji xwe re dixwestin. Rejîma Sûriyê qedexe kir ku kurd li erdên xwe çandina daran berdewam bikin. Piraniya zeviyan ji bo çandina genim û pembû ji bo aboriya Sûriyê hate niştimankirin. Vê yekê zerareke mezin daye xwezaya Rojava. Piştî rizgarkirina Rojava derfeta me çêbû ku em pêşeroja welat, xweza û jîngeha wê bixin destên xwe. Ji bo vê jî divê em xwezayê baş biparêzin û wêran û qirej nekin. Ger her kes li xwezayê xwedî derbikeve, dê çend sal şûnde welatê me bibe wek bihuştê.
↗https://kolektiva.media/w/gbiRhJGZc234N7mHtgYAvm
Indexiert von findnix.eu · Eigene Seite einreichen